Hejmar 5 – Ji Edîtoryayê

Bi vê hejmarê em saleke nû pêşwazî dikin. Hê-viya me ji vê salê ew e ku em hîn bêtir berê xwe û xwendevanên xwe bi nivîs û gotarên nû bidin hejmarên têr û tije. Heta vê hejmarê bi alîkariya xwendevanên xwe em li ser piyan mane. Helbet ji vir û şûnde jî dê alîkariya me bi xwendevanan hebe û em dê her dem li hêviya we û xwendevanên nû bin.


Di her hejmarê de nivîskarên nû bi nivîsên xwe tevlî me dibin. Bi alîkariya van nivîskarên nû her ku diçe em dewlemend dibin ku ev yek me bêtir li karê me motîve dike. Lewre bi vê hejmarê ji ber pirbûna nivîsên têr û tije, me hewce dît ku em rû-pelên xwe zêde bikin.


Weke ku hûn jî dibînin bi her hejmareke nû em berê xwe didin mijarên curbicur. Di vê hejmarê de me berê xwe daye “Derûnnasiya Civakî.” Li ser tevger, hest û ramanên takekes bandora derûnna-siya civakî mezin e ku takekes jî li gor vê bandorê tevdigere.

Ev hejmar bi nivîsarên dosyayê û nivîsarên cihêreng derdiçe:
Prof.Dr.Dr. Jan Îlhan KIZILHAN weke her car dîsa bi me re ye û bi gotara xwe ya “Derûn-nasiya Civakî, Koçberî û Transkoçberiya Kurdan” berê me dide koçberî û diyasporayê û bi zimanekî zanistî sedem û encamên koçberiyê rave dike.


Doç. Dr. Burhanettin KAYA bi nivîsa xwe ya “Divê Em Bitirsin?” bandora tirsê li ser civak û takekesan ji xwendevanan re dinirxîne.
Derûnbijîşk Dr. Azad DILDAR di nivîsara xwe ya dirêj ya “Derûnnasiya Polîtîk ji bo Civakê” de profîla civaka polîtîk û derûnnasiya polîtîk bi çavekî derûnkolînerî bi hurgulî vedibêje.


Prof. Dr. Philip G. ZIMBARDO, derûnnasê civakî yê ku li dinyayê nav û deng daye û bi xe-bata xwe ya “Ceribandina Girtîgeha Stanfordê” bala zanyarên civakî kişandiye di vê hejmarê de bi hevpeyvîna xwe ya li ser vê ceribandinê û li ser derûnnasiya civakî pirsên me dibersivîne.


Derûnnas Siyabend ASLAN jî ceribandina Zimbardo bi nivîsa xwe ya “Ceribandina Girtîgeha Stanfordê” bi awayekî berfireh vedibêje û rex-neyên ku li ser vê ceribandinê hatine kirin xwende-vanan agahdar dike.
Derûnnas Mihemed Elî ALÛCÎ bi gotara xwe ya “Helwest di Derûnnasiya Civakî de” li ser têgeh û hebûna helwestê radiweste û merhele, cih û war û sûda wê ji hev vediçirîne û dibêje: “Ji bo mirov xwe û derdora xwe bi hêsanî binasin hewcedariya wan bi helwestê heye.”


Derûnnas Rewşen REMAKÎ bi nivîsa xwe ya “Hêz û Bandora Civakî” li ser hevahengiya civakê û bandora wê ya li ser takekesan radiweste.


Derûnnas Samed DOĞAN bi gotara xwe ya “Bîrdoziya Geşedana Sincê ya Kohlberg” derbarê bîrdoziya Kolberg me agahdar dike.

Derûnnas Beritan GÜNEŞ bi nivîsa xwe ya “Şêmayên Venasînî û Cudakerî” li ser têgehên pêş-darazî, cudakerî, qalibên darizandinê û dûrperêzi-ya civakî radiweste û bandora wan ya li ser take-kesan vedibêje.


Xebatkarên Civakî Erdal ALADAĞ û Gul-perî GÜNDÜZ bi nivîsa xwe ya “Penaberî, Sa-ziyên Civakî û Pîşeya Xizmeta Civakî” pênaseya penaberî û pêleberiyê dikin û li ser maf û pirs-girêkên wan disekinin û rêyên çareseriyê nîşanî xwendevanan didin.


Derûnnas Darius WINZER bi gotara xwe ya “Mobîng”ê li ser kurtedîroka mobînge radiweste, vexûyanî, bertek û çareseriya wê bi me dide nasîn.

Herwiha Vecdi DEMİR bi “Xwarineke To-temî”, Derûnnasê Pispor Mesut UMAR bi “Te-oriya Cihêbûn û Takekesbûnê – “Zayîna Derûnî ya Pitikan”, Derûnnas Leyla NISÊBÎNÎ bi “Nêrîne-ke Rexneyî li Derûnnasiyê”, Derûnnas Newroz Xebat YILDIRIM bi “Hevdîtina Motîvekirî”, Derûnnas Gulistan BARIK bi “Ragihandina Ne Tund”, Derûnnasê Klînîkê û Terapîstê Zayen-diyê Murat CAYMAZ bi “Pirsgirêkên Zayendî û Sedemên Wan yên Derûnî” û Kenan ÖRMEK bi çîroka “Tora Civakî û Pisîk”ê bi me re ne.

Heta hejmareke din bimînin di xweşiyê de.

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Google fotoğrafı

Google hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Connecting to %s